المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..

0 46

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..

Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,bi amadebûna piraniya endamên xwecihiyê,li bajarê Til Temir civîna xwe ya asayî di 29/11/2024an de lidarxistin.

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin

Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin
û naveroka wê jî, hate nîqaşkirin.

Wî her wiha daxwaz kir ku pabendbûna bi bûyer û çalakiyên civakî û kirina bêtir kar ji bo pêşxistina xwecihiyê.Û tekezî bi Pabendbûna bi siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate kirin

Di warê siyasî de: Pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî yên li qada navneteweyî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin. Polîtîkayên nû yên Amerîkayê piştî serkeftina Donald Trump di hilbijartinên nû de. Û piştrastkirina Amerîka û Fransa ya ji nû ve destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî.
Her wiha xwecihî rawestiya li ser hevdîtina Şanda Encûmena Niştimanî bi hevpeymaniyê re û tekezî li ser rawestandina binpêkirinên li ser gelê me li Efrîn, Serêkaniye û Girê Spî kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.