XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Îniyê 29.11.2024an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.
Di warê siyasî de: Pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî yên li qada navneteweyî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin. Polîtîkayên nû yên Amerîkayê piştî serkeftina Donald Trump di hilbijartinên nû de. Û piştrastkirina Amerîka û Fransa ya ji nû ve destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî.
Her wiha xwecihî rawestiya li ser hevdîtina Şanda Encûmena Niştimanî bi hevpeymaniyê re û tekezî li ser rawestandina binpêkirinên li ser gelê me li Efrîn, Serêkaniye û Girê Spî kir.
Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her birêz.Idrîs Şêx Xelef wek serokê encûmena xwecihî li Dirbêsiyê,û birêz Ebdulhemîd Temo û xanim Sûhad Osê wek cîgirên wî hatin hilbijartin.
Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah