المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJHILAT YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA METRANÊ CEZÎRÊ Û FIRATÊ LI SÛRIYÊ KIR.

0 143

XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJHILAT YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA METRANÊ CEZÎRÊ Û FIRATÊ LI SÛRIYÊ KIR.

Xwecihiya HESEKÊ SERDANA Metranê Cezîrê û Firatê li Sûriyê kir

Roja Duşemê 14.10.2024,xwecihiya Hesekê ya Rojhilat ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê serdana birêz Mûrîs Amsîh metranê Cezîrê û Firatê li Sûriyê kir.

Her du aliyan tekez kirin ku pabendbûna bi nirxên pêkvejiyana aştiyane û demokrasiyê bingeha avakirina civakeke hevgirtî ye û belavkirina çanda diyalogê û rêzgirtina ji ramanên din re dibe alîkar bo bihêzkirina yekitiya neteweyî.

Divê em hemû bibin parêzvanên aştî û hezkirinê û her cure tundî û tundrewiyê red bikin.

Hevkarî û lihevhatina hemû beşên gel rêya herî baş e ji bo pêşketin û serkeftinê. Em bi hev re kar bikin ji bo avakirina pêşerojeke geş ji bo nifşên pêş.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina aştiya sivîl, hevdu naskirin û rêzgirtinê di navbera pêkhateyên herêmê de, û parastina gûlên Sûriyê kirin.

Serdan di çarçoveya çalakiyên xwecihî yên Hesekê de, ji bo hevdîtina bi pêkhateyên din ên herêmê re bû.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.