المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇEKDARÊN ELEMŞAT LI EFRÎNÊ BACEYAN LI SER WELATIYÊN KURD FERZ DIKIN.

0 117

ÇEKDARÊN ELEMŞAT LI EFRÎNÊ BACEYAN LI SER WELATIYÊN KURD FERZ DIKIN.

Elemşat li Efrînê baceyan li ser welatiyên kurd ferz dikin

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk bacên girsn li ser şêniyên herêma Efrînê ferz kirin.

Berpirsê xala kontrolê ya Elemşat li gundê Termîşa berdewam e li ser ferzkirina baceyan bi hezarên dolaran li ser xelkê deverê.

Peyamnêrê ENKSê li ser zarê çend jêderên wek hev got:”kesê bi navê “Mucîb Ebû Ehmed” ku xelkê gundê Nehas ê gundewarê Helebê ye, ji ber redkirina xelkê ji dayîna pereyan rê nade xelkê ku biçin nav zeviyên zeytûn û rezên xwd.Ku wî, tevî endamên xwe bi malbatî hişt ku berhemên darên zeytûnan ên wan talan bikin û bidizin.Û zeviyên van malbatên kurd in.

1-Idrîs Hemo Reşkî.
2- Xelîl Nûrî.
3- Fethî Hebeş
4- Mihemed Welîko.
5- Îsam Aslan Hesen.
6- Hikmet Mihemed Yûsif.
7- Heyder Cemîl.

Li gorî çavkaniyê, di sala borî de bi navê “Mucîb” baceyên malî li ser welatiyan sepandibû da ku zeytûnan biçînin.

1- Mihemed Yûsif 300 dolar.
2- Fethî Hebeş Xelîl, 200 dolar.
3- Hemûda Mehmûd Xelîl, 250 dolar. 4- Ednan Ezîz Hesen, 100 dolar.
5- Îsmet Betal, 300 dolar.
6- Reşîd Remzî Xelîl, 250 dolar.
7- Şêx Elî Obêd, 200 dolar.
8- Menan Hesen Eweyreş, 200 dolar. 9- Şahban Elî, 50 dolar.

Gundê Termîşa ji aliyê îdarî ve girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê ye û di bin kontrola çekdarên Elemşat de ye.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.