المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞAWAN HEMÊ ARIF LI NÛNERATIYA ENKSê LI HERÊMA KURDISTANÊ GOTAREK PÊŞKÊŞ KIR

0 81

ŞAWAN HEMÊ ARIF LI NÛNERATIYA ENKSê LI HERÊMA KURDISTANÊ GOTAREK PÊŞKÊŞ KIR

Şawan Hema Arif li nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir

Di roja pênşemê 3.10.2024an de,mamoste Şawan Hemê Arif, karmendê dezgeha hilbijartinên Partiya Demokrata Kurdistanê, li ser hilbijartinên niha yên parlamentoya herêmê, gotarek pêşkêş kir.

Hemê behsa sîstemên hilbijartinên navdewletî bi giştî û sîstema hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî kir û amaje bi bandora destûrê ya welat li ser proseya hilbijartinan kir.

Mamoste Şawan çawaniya damezrandina Komisyona Bilind a Hilbijartinan, mekanîzma birêvebirina proseya hilbijartinan li Kurdistanê, amûra elektronî ya nûjen di dewra şeşem de û çawaniya veguhertina dengên rasteqîne bo kursiya parlementoyê eşkere kir.

Di encamnameyê de bi navbeynkarî û pirsên ku bûne sedema dewlemendkirina dersê, axavtin ji temaşevanan re vekir.

Pişt re ji bo endamên nûnertiyê ji bo mudaxeleyan qada nîqaşê hate vekirin û gelek pirs ji mamoste Şawan Hemê hatin kirin û bersivandina wan bi awayekî zelalmendî da.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.