Yekemîn salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd ” Beyto Can.
Di qadên hunera Kurdî de gelek ji hunermend bi şêweyekî balkêş di rûpelên hunerî de bûne stêrkên geş û mînakên serkeftinê di dîrokê de, yek ji wan hunermendê Kurd yê navdar ” Beyto Can” .
Hunermendê kurd yê navdar ” Beto Can” ji bajarê Farqîn yê bakurê Kurdistanê di sala 1955 an ji dayîkbûye, Xwendina xwe ya sertayî li bajarê Farqînê kir li gel Xwendina zanista Olî jî dixwend, û piştre Beto Can berê xwe da bajarê Amedê û li wir Xwendina xwe berdewam kir.
Hunermend ” Beyto Can” li Tirkiyê di 12 ê Êlûna Sala 1980 an de , ji ber kar û çalakiyên wî yên siyasî hate girtin û 15 salan cezaya zindankirinê li ser hate danîn û rastî işkenceyê dihat kirin ji bilî ku ew tûşî nexweşiya Pençeşêrê hatibû , lê ev yek nedibû kelem li pêşiya berdewamiya kar û xebata wî hunerî de.
Lê piştî 6 sal û nîvan hate berdan, û di sala 1987 an, koçberî bajarê Istanbolê bû û li wir bi cîh bû , û sala 1990 an de Peymangehek ji bo xwendina musicê damezrand, û Beyto Can di jiyana xwe ya hunerî de 4 albûmên wî hatine derxistin, lê albûma wî ya bi navê ” Yan mirin Yan diyarbekir” li Tirkiyê hatibû qedexekirin.
Û di sala 1990 an de, yekem albûma xwe ya musicê derxist û êdî ew neçar ma ku sala 1991 an de, berê xwe bide bajarê Swêdê û li wir xebata xwe domand.
Û di 12 ê sala 2023an, di temenê 68 saliya xwe de ji ber nexweşiy Pençeşêrê li Stkholmê koça dawî kir .
Ragihandina ENKSê
Qamişlo