Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Komara Îslamî ya Îranê kir..
Îro roja pênçşemê 12 ê Êlûna 2024an, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan danê sibê gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û çend civîn bi berpirsên Herêma Kurdistanê re pêk anîn.
Û Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêwazî li Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê, hatin kirin û tekezî li ser hevahengî û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê di warên siyasî, aborî û çandî de hate kirin.
Serok Barzanî pirtûka “Mam û Zîn” pêşkêşî Serokomarê Îranê kir.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo