المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XAÇA SOR JI BO PIŞTGIRÎKIRINA MALBATÊN SÛRIYÊN WINDA YÊN LI URDUNÊ ÇALAKIYEK LI DARXIST.

0 147

XAÇA SOR JI BO PIŞTGIRÎKIRINA MALBATÊN SÛRIYÊN WINDA YÊN LI URDUNÊ ÇALAKIYEK LI DARXIST.

Xaça Sor ji bo piştgirîkirina malbatên Sûrîyên winda yên li Urdunê çalakiyek li dar dixe

Ji 28ê Tebaxa 2024an heta 4ê Îlona 2024an, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor roja cîhanî ya windayan li malbatên sûriyên winda yên li Urdunê bi bîr tîne.

Di çalakiya ku malbatên windayan tê de beşdar bûn, pêşangeheke wêneyan hat lidarxistin, tê de zêdeyî 24 wêneyên dilşewat û komek çîrok hatin pêşandan ku ronahiyê dide geştên îlhamê yên van malbatan, û şiyana wan a li hember dijwariyan radixe ber çavan.

ICRC piştgirîya malbatên Sûriyên wenda yên ku li Urdunê dimînin dike bi rêya rênîşandana wan ji bo bikaranîna mafê xwe ji bo bidestxistin û wergirtina agahiyan derbarê çarenivîs û cihê xizmên xwe yên wenda, û bi alîkariya wan ji bo sûdwergirtina ji xizmetên parastina têkiliyên malbatî ji bo bidestxistina zanyariyan.

Malbatên ku li Urdunê dimînin û li xizmên xwe yên winda digerin, zêdetirî 3,250 kesên winda li Komîteya Navdewletî an jî Heyva Sor a Urdunî tomar kirine.

Wek tê zanîn 30ê Tebaxê her sal Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Windakirinên Bi Zorê ye.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.