Şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê ligel berpirsê dosya Sûriyê li Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê civiya.
Di roja çarşemê 6.3.2024,an de, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li gel berpirsê dosyeya Sûriyê Dr.Hemîd Derbendî li Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlerê civiya.
Şand ji van birêzan pêk dihat:
– Cedan Elî, serokê nûnertiyê
– Raman Mela
– Sehîd Hemê
-Şemis Şirîf
-Margirêt Hesaf
Şandeyê behsa rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî kir.
Şanda nûneratiyê her wiha balkişand li ser wê yekê ku pêwîste mîkanîzmek ji bo hemahengiyê li gel çend wezaret, parêzgar û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bê dîtin û pêşniyarên xwe ji bo çareserkirina van arîşeyên penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê di nav kampan de pêşkêş bikin.Û li derveyê wan di warê xizmetguzariyê de (bi giştî), û ev li cem dezgehên şareza têne şopandin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah