Friday, November 14, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Ekrem Elmela ..Xwediyê pênûsa Azad nayê jibîrkirin.

December 17, 2023
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
290
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Midyakar û siyasetmedarê kurd ” Ekrem Elmela ” xwediyê pênûsa zêrîn di çend û wêjaya netewî û civakî û siyasî de, û di tevgera kurdî de li kurdistana Sûriyê xebat xwe dikir, û di nivîsandin û Gotarên xwe de her tim ser êş û azarê miletê kurd tanî ziman, û bi dilsozî û rêzdarî roleke berçev û bi bîrûbaweriyeke bihêz di xizmeta doza mafê kurdan dikir, û herwiha taybetmendiyeke xwe di warê rojnamevaniyê de û di belavkirina hişmendî û nemayên aştî û resteqîniyê di nivîsandina Gotarên xwe de hebû, û ji ber geşbûn û xurtbûna pênûsa wî ya azad û zêrîn di gelek rojname û malperên kurdî de kar dikir û dinivîsand, taybet di ragihandina navendî ya PDK-Sê, û rojnameya Kurdistan de , ji bilî vê yekê jî serpirştî di gelek xulên ragihandinê de dikir û bi dihan ciwanan ber destê wî fêrî Midyaya Kurdî bûn.

 

 

Û herwiha di derbarî 4emîn salvegera koçbarkirina Midyakar “Ekrem ElMela” ronahiyek li ser kar û xebata wî di warê Siyasî de:

 

Ku ji bilî karê rojnamevaniyê Midyakar “Elmela” di warê siyasetê de jî xwedan karîzmayeke taybet bû û kesayetekî azadîxwaz û niştîmanberwer bû, hezkiriyê dibistan netewayî û rêbaza Barzanî û kurdayetiyê bû.

 

Ku “Mela ” di ciwaniya xwe de sala 1970 an de tevlî nava refên Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya û tevgera siyasî kurdî bû, bi moralekî geş û bi hêz di têkoşîn û xebata xwe de berdewam bû, ta kongirê “Dihan” de êdî Xebatkar “Ekram Mela ” hate hilbijartin weku endamê komîta navendî, û piştre di konfiransa Hewlêrê ya bi ser PDK-S ê ve , û ji bo geşbûna û xurtbûna hestên wî yê netewî û rola wî di pêşengiya tevgera kurdî de hat hilbijartin ji bo endamtiya Destiya Rawêjkarî ya PDK_Sê, êdî ew jiyana xwe di hizir û ramanên kurdayetî yê de derbas dikir….

 

 

Û her di ve derbarê de jî hêjaya ronahiyek ser Kurtejiyana siyasetmedar “Ekrem Mela”,di warê Jiyan de:

 

Xebatkar û nivîskarê kurd Ekram ElMela, jidayîkbûna sala 1956 an de, li gundê Til Eylûl yê ku dikeve gundewarên bajarê Derbêsiyê de, xwendina xwe ya Seretayî û navendî li dibistanên bajarê Derbêsiyê bi dawî kir.

 

Û di Zanîngeha Helebê kolêja wêjayî beşê zimanê Ingilîzî tomar kir, lê xwendina xwe berdewam nakir, piştre ji hezkirina wî ji ragihandinê re wî berê xwe da welatê Yekîtiya Soviyêtê û li Zanîngeha Moskoyê de Master di başê Medyayê de bi destxist, û piştre vegera welatê xwe bajarê Dirbêsiyê û bi dest karê rojnemevanî û siyasetê kir, herwiha “Mela” ne tenê di warê siyasî de têkoşa xwe dikir, lê ew weku nivîskar, rewşenbîr, Mîdiyakar di nav milet de dihat naskirin .

 

Di roja 17 ê Berçilya sala 2019an, di roja Alaya Kurdistanî ya pîroz de, Mediyakarê kurd ” Ekrem Elmela ” berê xwe dabû Şamê paytexta Sûriyê ji bo çareseriyeke pizîşkî wergire, lê li wir rastî kirîzeke Dil hat û di encamê de canê xwe ji dest da, û çû ber dilovaniya xwedê, êdî navê “Ekrem Elmala” bi roja Alaya Kurdistanî ya pîroz ve hate girêdan, û şopeke zelal li pey xwe hişt ku partî û hevalên wî yek ji stûnên herî giring û bi nav û deng li Kurdistana Sûriyê ji dest da.

 

Û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û keseyetên siyasî û rewşenbîrî û hezkirî û kesûkarên wî ve , li gundê wî ” Til Elûl” li bajarê Dirbêsiyê bi Xakê hat spartin…

 

Ew Pênûsa azad û gotinên nivîsandinên wî nayên jibîrkirin, wê her di dilê hezkiriyên Midyakarê kurd “Ekrem Mela” û di rûpelên dîrokê de zindî bimîne .

 

 

Ragihandina ENK_Sê

Raport:Hêvî Delî

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

KOBANÊ:ROJA ALA KURDISTANÎ JI ALIYÊ XWECIHIYA KOBANÊ VE HAT VEJANDIN..

Nivîsa Paşîn

Roja Ala Kurdistanî li Qamişlo hat vejandin.

Nivîsa Paşîn
Roja Ala Kurdistanî li Qamişlo hat vejandin.

Roja Ala Kurdistanî li Qamişlo hat vejandin.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne