Encûmena xwecihî ya bajarê Kobanê ya bi ser ENKSê ve îro di roja Yekşemê 17.12.2023 an de, bi amadebûna girseyeke mezin roja Ala Kurdistanî hat vejandin.
Herwiha hemû aliyên siyasî û kesayetiyên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî ji aliyê xwecihiyê ve, hatin bixêrhatin û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê û Barzaniyê Nemir deqeyek bêdeng bi sirûda Kurdî Ey Reqîb rawestiyan.
Di dawiya ahingê de,hin helbestên netewî li ser rola û dîroka Ala Kurdistanî hatin pêşkêşkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah