Roja şemiyê 3ê Hezêrana 2023an, bi amadebûna endamên desteya serokatiya ENKSê M,Mihemed Ismaîl “Encûmenên xwecihî yên baznin rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist..
Û herwiha endamên desteya serokatiya ENKSê pêk hat ji M,Mihemed Ismaîl,û endamên ofîsa karûbarên encûmanên Xwecihiyan M,Mehmûd Hac Elî,û M,Zubêr Mûsa,M,Ebdulbaqî Ferman û serokên encûmanên Xwecihiyan…
Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê hemû pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û herwiha rapora ji ofîsa karûbarên encûmanên Xwecihiyên bi ser ENK-S ê ve hate xwendin û gengeşekirin û piştre M,Mihemed Ismaîl di rewşa siyasî de: bi awayekî berfereh behsa pêşhatên dawî yên siyasî li ser meydanên navdewletî ,navçeyî,navxweyî,gotûbêjkir..
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî