المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Emîndariya Giştî  civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li dar xist…

0 147

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriya roja sêşemê 18.04.2023ê li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî li dar xist û ev yek bi amadebûna piraniya endaman  pêk hat . ..

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan Ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir . .

 

Û herwiha di naveroka vê civînê de çendîn mijarên siyasî û rêxistinî gotûbêj kirin..

 

Û di civînê de tekezî li ser giringiya şopandina biryarên encûmenê derbarê cîbicîkirina lêgerîn û bi rêyên berdest ji berpirsên komkujiya Jenderesê re, û binpêkirinên ku li dijî niştecihên wê û herêma Efrînê bi giştî ji aliyê hin grûpên çekdar ve tên kirin, şermezar kirin.

 

Ji rexekî din ve mijara çareserkirina kirîza Sûriyê de, û di civînê de tekezî li ser giringî û pêwîstiya çareseriyeke siyasî ya berfireh li gor biryara 2254 û çareserkirina pirsgirêka Kurd weke yek ji mijarên sereke yên welat hate kirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.