Monday, November 10, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

DERBASBÛNA MEZINTIRÎN KARWANÊ ALÎKARIYÊN NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BO BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYÊ.

April 18, 2023
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
239
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja Duşemê,17.4.2023an de, karwaneke alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ku ji zêdetirî 80 kamyonan pêk tê, bi rêya deriyê sînorî yê Bab Elhewa ya ligel Tirkiyê, li bakurê Idlibê, derbasî bakurê rojavayê Sûriyê bû û ev karwaneke herî mezin tê dîtin ji dema ku alîkariyan derbasî wan deveran bûne.

 

Li gorî çavkaniyên ku li Bab Elhewa kar dikin, “karwaneke alîkariyê ya herî mezin e ji vî rengî, ku ji 82 kamyonên Neteweyên Yekbûyî pêk tê, ku di derbasgeha Bab Elhewa re derbasî Idlibê bûn, di çarçoveya alîkariyên ku ji bo erdhejê hatin.”

 

 

Çavkaniyên herwiha diyar kirin ku karwan radestî rêxistinên hevkar yên Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku li bakurê rojavayê Sûriyê kar dikin, 11 ji wan radestî rêxistina Şeveq, 10 radestî rêxistina Nesae’im Xêr, 12 radestî rêxistina Destên Spî, 20 jî radestî rêxistina Eta kirin,17 jî radestî rêxistina Mêrsî û 12 ji rêxistina IYD re.

 

Herwiha Çavkaniyan amaje bi wê yekê jî kirin ku di karwanê de alîkariyên mirovî yên curbicur hebûn, û piraniya naveroka wê ard û birinc û selikên xwarinê bûn.

 

Hejmara kamyonên alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî yên ku di rêya deriyê sînorî yê Bab Elhewa re derbasî bakurê rojavayê Sûriyê bûne, ji dema erdheja wêranker ve heta îro gihîştiye 1154 kamyonan, ku hemû radestî rêxistinên hevkar ên Neteweyên Yekbûyî hatine kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Semînarek li Qamişlo li darxist

Nivîsa Paşîn

Emîndariya Giştî  civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li dar xist…

Nivîsa Paşîn
Emîndariya Giştî  civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li dar xist…

Emîndariya Giştî  civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li dar xist...

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne