Şandek ji Rêxistina Leşkerê Roj a bi ser partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve, û dezgeha pakrewanên kurdistana Sûriya şaxê Herêma kurdistanê serdana malbata pakrewan “Seyîd Ehmed Eynê” kirin, bi boneya Salvegera 8emîn a şehîdbûna pêşmerge “Seyîd Ehmed Eynê”..
Û ev şanda bi serokatiya Ebdulkerîm Mîranî endamê komîteya navendî ya PDK-Sê ,û hejmarek ji endam û kadroyên partî pêk hat..
Û herwiha tê zanîn ku pêşmerge “Seyîd Ehmed Eynê” ji dayîkbûna sala 1993an ,li navçeya Dêrikê li kurdistana Sûriyê, bi viyaneke bihêz tevlî nava refên pêşmergeyan bû û li gel hevalên xwe beşdarî şerê terorîstan dibû û di roja 30ê Çileya 2015an ,li navçeya Şendoxa li Herêma kurdistanê di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistinên terorîst yên Daîşê de canê xwe ji dest da..
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî