المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya şehîd Nisredîn Birhik civîna xwe ya asayî li darxist..

0 68

Encûmena Xwecihiya şehîd Nisredîn Birhik ya bi ser ENKSê ,roja dûşemê , civîna xwe ya asayî li darxist bi amadebûna piraniya endaman..

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir …

 

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.

 

Û di naveroka vê civînê de mijar û babetên rêxistinî û siyasî hate gengeşekirin..

 

Û di derbarê rewşa siyasî de pêşhatên dawî yên siyasî li Kurdistana Sûriyê û li ser asta herêmî û navdewlatî û navxwe gotûbêjkirin..

 

Û her di civînê de amadebûyan derbarê rewşa rêxistinî de baş rawestiyan û çawaniya pêşxistina karê encûmenê û çalakkirina wê di nava cemawer de..

 

Û ji rexekî din ve di civînê de ser rewşa aborî ya zehmet ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê de behiskirin…

 

Û herwiha di civînê de li ser nêzîkbûna rêjîma Sûriyê û Tirkiyê ku ji aliyê Rûsiyayê de tê piştgirîkirin gengeşekirin..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.