Roja şemiyê 8ê Çileya 2023an, salvegera 8emîn şehîdbûna pêşmerge Besam Mihemed Xelef li gundê Girziyaret hate vejandin..
Ev yek bi amadebûna Encûmena Xwecihiya Girgê Legê û ÇilAxa ya bi ser ENKSê ve ,û malbata şehîdan û kesûkarên wî ….
Di destpêkê de xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewan Besam Xelaf û hemû pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir rawestiyan..
Û di vê salvegerê de hejmarek gotin hatin pêşkêşkirin..
Gotina Xwecihiya Girgê Legê ya ENKSê ji aliyê serokê xwecihiyê M,Hisên Ebdulezîz ve hate xwendin..
Û gotina Xwecihiya ÇilAxa û Aliyan ji aliyê M,Şerîf Birhik ve hate pêşkêşkirin û têde li ser rola pêşmerge di rûbirûbûna rêxistinên terorîst de û herwiha berevaniya pêşmerge di ber xaka Kurdistanê de ji bo parastina milet û sînorê xaka pîroz a Kurdistanê de behiskirin…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî