المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

0 141

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja Şemiyê 28.5.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Û piştre behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê de kir.

Tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê pêşhatên navdewletî û navçeyî û şopandina hemû rewşa Sûriyê û gefa Tirkiyê ya şer û dagîrkirina navçeyên din ên Kurdistana Sûriyê.

Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her M.Ilyas Hemo wek serokê encûmena xwecihî li Amûdê, û M.Ebdela Ahmed û M.Simiya Hac Yûnis wek cîgirên wî hatin hilbijartin.

Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.