Wednesday, November 5, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ PÊŞWAZIYA KOMA BEDÎ El-zeman kir.

May 28, 2022
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
271
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê pêşwaziya Koma Bedî El-Zeman ên heciyên Sûriyê yên bi ser komîta Hecê ya Bilind a Sûriyê ve kir.

Di roja Pêncşemî 26ê Gulana 2022’an de, koma Bedî El-Zeman ku ji koma Hecên El-Nîbras û El-Furat pêk tê, bi nûneratiya serokê komê birêz Hesen Mehmûd Xalid û bi amadebûna birêz Ehmed Seyfedîn. Alîkarê koma El-Nîbras û Hevrêzê Koma El-Furat Îbrahîm Corkîn Ebdulmecîd serdana baregeha nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Hewlerê ya paytext herêma Kurdistanê kirin.

Şande li baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Hewlêrê ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve, hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, behsa mijarên îdarî yên girêdayî Hecê hatin kirin û çendîn daxwaz û pêşniyar pêşkêşî nûneratiyê hatin kirin, ji wan jî xizmetkirina Kurdên Sûriyê û penaberên Kurdên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê.

Pêşniyarên ji nûnertiyê re hatin pêşkêş kirin ev in:

1- Daxwazkirin ku Kurd di pêkhateya serokatiya komîta Hecê ya Bilind a Sûriyê de nûnerên Kurdan hebin.

2- Xebat ji bo Kurdên Sûriyê ku nûnerên xwe di komîteyên cuda yên Hecê yên girêdayî Komîta Bilind a Hecê ya Sûriyê de hebin, ku ev in: Komîteya Rêveberî, Komîteya Ragihandinê, Komîteya Olî û Komîteya Pizîşkî.

3- Hebûna ofîsekê ji bo Komîteya Bilind a Hecê ya Sûriyê li bajarê Hewlerê, paytexta Herêma Kurdistanê, weke yên din ofîsên Hecê li welatên din (Tirkiye – Urdin – Libnan – Misir – Îmarat).

4- Zêdekirina hejmara ku her sal ji Kurdên Sûriyê re ku dixwazin merasimên hecê pêk bînin, ji ber ku ew nûneratiya beşeke mezin ji Sûriyê dikin, ji wan penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê û Kurdên Sûriyê li parêzgeha Hesekê û herêmên Kobanê û Efrînê.

Herwiha Koma Bedî El-Zeman jî spasiya nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kir ji bo pêşwazî û germahiya hevdîtinê.

 

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

NAVEROKA HEVDÎTINA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BI NÛNERÊ ENKSÊ DI HEVPEYMANIYÊ DE.

Nivîsa Paşîn

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

Nivîsa Paşîn
XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne