Tuesday, November 4, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

XWECIHIYA DÊRIKÊ 18EMÎN SALVEGERA SERHILDANA 12Ê AVDARÊ ROJA PAKREWANÊN KURD VEJAND.

March 12, 2022
in Breaking news, Çalakî, Nûçe, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
290
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja Şemiyê12ê avdara 2022an de, encûmena xwecihî ya bajarê Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, salvegera 18emîn ya serhildana Qamişlo ya 12ê avdara 2004an (Roja Pakrewan an) vejandin.

Herwiha di destpêkê de, beşdarbûyan 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanan li pêşiya ofîsa xwecihiyê rawestiyan

Piştre hemû beşdar bi meşê serdana goristanên pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo yên herêma Dêrikê kirin.

Herwiha serdana gora pakrewan Welîd Bedrî û Hisên Nûrî kirin.Û baqên gulan danîn ser gorên wan.

Herwiha gotina emîndariya giştî ya ENKSê jî ji aliyê mamoste Elî Ibrahîm serokê xwecihiyê ve hat xwendin di derbarê vejandina helkefta roja pakrewan de bû.

Herwiha di gotina emîndariya giştî ya ENKSê de, giringiya serhildana 12ê avdarê û rola wê ji bo doza gelê kurd diyar dikir.

Û ku ev serhildana hanê ya ko rêjîmê pilan kiribû têk bir, û benda tirsê û tirsandinê şikand, û bû destpêka şoreşa sûrî ya rastî ya ku di sala 2011an de derket û destek da têkoşîna gelê kurd li Sûriyê li ser hemû astan.

Û Encumena Niştîmanî ya Kurdî dê di hemû forumên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê de bibe hilgirê projeya xwe ya netewî û niştimanî

Herwiha di daxuyaniyê de binpêkirinên komên çekdar ên girêdayî opozîsyona Sûriyê li bajarên (Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî) û kiryarên rêveberiya PYDê û têkçûna wê ya siyasî û îdarî hatin nirxandin.

Û tevgera kurdî ya siyasî li Kurdistana Sûriya, roja 12ê avdarê kirin roja pakrewanan.

Herwiha ji aliyekî dî jî, hemû malbatên pakrewanan yên beşdar spasiya ENKSê kirin di derbarê xwedî liderketina pakrewanan.

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004, an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ev roj  li Kurdistana Sûriye bûye roja pakrewanan .

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

XWECIHIYÊN HESEKÊ 18 EMÎN SALVEGERA SERHILDANA 12Ê AVDARÊ ROJA PAKREWANÊN KURD VEJANDIN.

Nivîsa Paşîn

“119” SAL LI SER JIDAYIKBÛNA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ DERBAS DIBIN.

Nivîsa Paşîn
39 sal li ser koça dawî ya Berzaniyê nemir..

“119” SAL LI SER JIDAYIKBÛNA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ DERBAS DIBIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne