المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYÊN HESEKÊ 18 EMÎN SALVEGERA SERHILDANA 12Ê AVDARÊ ROJA PAKREWANÊN KURD VEJANDIN.

0 97

Di roja Şemiyê 12ê avdara 2022an de, her du encûmenên xwecihî yên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê ve, salvegera 18emîn ya serhildana Qamişlo ya 12ê avdara 2004an (Roja Pakrewan an) vejandin.

 

Herwiha herdu xwecihiyên Hesekê serdana goristanên pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo û pakrewanên Pêşmergên leşgerên Roj yên herêma Hesekê kirin.

Herwiha serdana goristanên van gundan kirin :

Barûdiyê:Pakrewanê pêşmerge, Mejdel Ahmed Mihemed.

Xirbê Kurma:Pakrewanê serhildana Qmişlo Emad Yûsif Mihemed.

Belê:Pakrewanê Pêşmere Qehreman Ezedîn Askan.

Çolmê Gabara:Pakrewan Xesan Qencar,pakrewanê serhildana Qamişlo.

Pakrewan Rêzan Qencar,pakrewanê teqîna Newroza Hesekê.

Pakrewan Daniyal Hewas,pakrewanê Pêşmerge.

Şema:Pakrewam Emgiyan Mustefa Me’o pakrewanê pêşmerge.

Herwiha beşdarbûyan 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanan rawestiyan.

Herwiha gotina emîndariya giştî ya ENKSê jî hat xwendin di derbarê vejandina helkefta roja pakrewan de bû.

 

Herwiha di gotina emîndariya giştî ya ENKSê de,giringiya serhildana 12ê avdarê û rola wê ji bo doza gelê kurd diyar dikir.

Û ku ev serhildana hanê ya ko rêjîmê pilan kiribû têk bir, û benda tirsê û tirsandinê şikand, û bû destpêka şoreşa sûrî ya rastî ya ku di sala 2011an de derket û destek da têkoşîna gelê kurd li Sûriyê li ser hemû astan.

Û Encumena Niştîmanî ya Kurdî dê di hemû forumên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê de bibe hilgirê projeya xwe ya netewî û niştimanî

Herwiha di daxuyaniyê de binpêkirinên komên çekdar ên girêdayî opozîsyona Sûriyê li bajarên (Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî) û kiryarên rêveberiya PYDê û têkçûna wê ya siyasî û îdarî hatin nirxandin.

Û tevgera kurdî ya siyasî li Kurdistana Sûriya, roja 12ê avdarê kirin roja pakrewanan.

Herwiha ji aliyekî dî jî,hemû malbatên pakrewanan yên beşdar spasiya ENKSê kirin di derbarê xwedî liderketina pakrewanan.

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ev roj  li Kurdistana Sûriye bûye roja pakrewanan .

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.