Friday, August 15, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

ENKSê LI QAMIŞLO BARZANÎ BI BÎR ANÎ BI HELKEFTA BÎRANÎNA 43YEMÎN SER KOÇA DAWÎ

March 1, 2022
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
249
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve,  îro roja sêşemê “1” Adara “2022”an, demjimêr” 3″piştî nîvro salvegera “43” yemîn, li ser koçbarkirina Bavê giyanî yê gelê kurd “Mela Mistefa Barzanî vejand .

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna serkirde û nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîlan .

Û Di destpêkê de xulekek bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

 

Û piştre gotina Encûmena Niştîmanî kurdî li sûriya ji aliyê M,Nemet Dawûd”ve endamê desteya serokatiya ENKSê ve hate xwendin û têde li ser dîrok û xebata Barzaniyê nemir anî ziman û axifî .

Û herwiha gotina Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya, ji aliyê M,(Muhsin Tahir ) ve enamê ofîsa siyasî ya PDK-Sê hate pêşkêş kirin û têde xebata bavê netewa miletê kurd nemir Mela Mistefa Barzanî anî ziman . .

Û herwiha di dawiyê de çend stran û helbest hatin pêşkêşkirin ji aliyê koma Narîn ve..

 

Û herwiha di derbarî vê bîranînê de M,”Mihemed Sedîq” serokê encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ji malpera ENKS ê re got :

 

“Her sal wek îro 1 Adarê salvegera koçbarkirina Bavê Neteweya miletê kurd li bîra xwe tînin ,   ji bo Barzaniyê nemir keseyetekî niştîmanperwer û welatparêz ku jiyana xwe di ber doz û azadiya milet û sînorê xaka pîroz ya kurdistanê terxan dikir ,û herdem Barzaniyê nemir zindî ye di dilê me de bi netewa xwe û bi dîroka xwe cihê serbilindî û şanaziyê ye di gel kurda li her çar parçeyê kurdistanê” .

Û herwiha di derbarê vê salvegerê belgefîlmek li ser Jiyan û dîroka Barzaniyê nemir hate pêşkêşkirin..

 

Û herwisa hêja ye were gotin ku di “1” ê Adara sala “1979”an, Mela Mustefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawî kir, û li bajarê ” Şino” yê Rojhilatî Kurdistanê bi axê hat spartin.

Û piştî reparîna Adara sala “1991”an, termê Barzaniyê nemir û kurê wî Idrîs Barzanî ji Rojhilatî Kurdistanê bo herêma kurdistanê cihê jidayîbûna Barzanî hatin veguhastin û li navçeya Barzan bi xakê hatin spartin di sala 1993an .

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo..Hêvî Delî

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Kurtejiyana Bavê Mezin nemir Mela Mistefa Barzanî ..

Nivîsa Paşîn

SALVEGERA “43YEMIN” A KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ XWECIHIYA DÊRIKÊ VE HAT VEJANDIN.

Nivîsa Paşîn
SALVEGERA “43YEMIN” A KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ XWECIHIYA DÊRIKÊ VE HAT VEJANDIN.

SALVEGERA “43YEMIN” A KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ XWECIHIYA DÊRIKÊ VE HAT VEJANDIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne