المجلس الوطني الكوردي في سوريا

8ê AVDARÊ ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN

0 85

Di bin diruşmeya pakrewana (Jîna Amînî) ofîsa jinê ya xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê encûmena pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê 8ê avdarê roja cîhanî ya Jinê vejand.

Di destpêkê de,helkeft xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir û li ser giyanên qurbaniyên erdhejê û bi taybet li ser giyanê pakrewana Jîna Amînî rawestiyan bi sirûda Ey Reqîb.

Herwiha di helkeftê de, Mûme hatin vêxistin û gul jî hatin danîn li ser giyanên pakrewanan ji aliyê hemû beşdaran ve.

Herwiha gotina Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hat xwendin.

 

Di dawiya helkeftê de, serokê xwecihiyê birêz Idrîs Şêx Xelef spasiya hemû beşdaran kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.