المجلس الوطني الكوردي في سوريا

8ê AVDARÊ ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ VE HAT VEJANDIN.

0 87

Di destpêkê de,helkeft xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir û li ser giyanên qurbaniyên erdhejê û bi taybet li ser giyanê pakrewana Jîna Amînî rawestiyan bi sirûda Ey Reqîb.

 

Herwiha mamosta Hêlîn Ferman bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar kir.

Paşê axaftina Emîndariya Giştî ji aliyê Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê şaxê Amûdê Xanim Sumeya Hac Yûnis ve hat pêşkêşkirin.

Herwiha gotina ofîsa jin û zarokatiyê ji aliyê xanim Helîma Seyda ve hat xwendin.

Paşê helbestvan Îdrîs Hac Yûnis beytên helbestê yên ku rûmeta jina Kurd û fedekariya wê dike pêşkêş kirin.

Piştî wê çend malbatên Amûdê ji aliyê xwecihiya Amûdê ve hatin rêzgirtin.

Di dawiya helkeftê de,M.Hêlîn Ferman spasiya hemû beşdaran kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.