المجلس الوطني الكوردي في سوريا

63emîn Salvegera damezrandina yekemîn Partî û Qunaxa Hestiyar ..

0 78

Nivîskar : Îbrahîm Seyid Ehmed

Herêma Kurdistanê.. Hewlêr

Di 14 pûşbera sala 1957an  Yekemîn partî li Kurdistana Sûriya hat avakirin , û piraniya Partiyên Siyasî û endam û alîgirên partiyan  vê rojê pîroz dikin ,

û peymana xebat û têkoşînê jibo mafên gelê Kurd û Kurdistanê li ser rêbaza Barzaniyê nemir nû dikin ,

lê ev sal li ser gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê derbas dibe bi xem û kovan, ku ji aliyekî ve , Efrîn û Serêkaniyê dagîrkirî ne û xelkê me li wan deveran êşek zor dikşinin ji talankirin û binçavkirina sivîlan û kuştin ji ser destê çekdarên tundrew yên bi ser Tirkiyê ve,

ji aliyê din ve xelkê me li Rojavayê Kurdistanê di rewşeke xirab de dijîn, nemaze helweşîna nirxê dirava Sûriyê “leyre” li hemberî Dolarên Emerîkî,

helbet bi zêdebûna nirxê Dolar kelûpelên xwarinê jî bûha dibe û berdewamiya rewşê dê xelk li hemberî qeyraneke mezin be.
Di mijara diyaloga di navbera ENKS û PYD di destpêka qonaxa yekem ya danûstandinan gotegot zêdebû ji navxweyî Rojavayê Kurdistanê û derveyî welêt ji aliyê dijminê yekrêziya kurdan, ku hin carcaran di riya daxwiyaniyên ne berpirs dixwazin qelşa cudahiyê zêde bikin, bêyî ku li çareseriyeke bingehîn û paş re hemû aliyên siyasî kurdî tevî diyalogê bibin û di çarçoveya mafên rewa yên gelê Kurd, berhinde ku Sûriyê li hemberî guhertinê ye,  û bergehên li ser zemînê wiha diyar e ku Emerîka, Rûsya û Îsraîlê li ser nexşerêyeke derbarê rewşa Sûriyê gihîştin rêkeftinê.

Ev sal derbas dibe ku 6emîn sal piştî kongreyê yekgirtinê ye, ya PDKSê  ku bi vê helkefta pîroz 4 partî yekgirtin di bin navê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya,ku Hêvî û Omîda Gelê kurd li ser e,  lê ev 6 sal derbas bûn bêyî bestina kongreyê giştî , nemaze li gorî pergala navxweyî divê her 3ê salan bê lidarxistin û di dema rewşa awarte dibe ku ne zêdetir ji 6 mehan ve were paşxistin,

diyare ku bandora paşxistinê neyênî ye li ser bernameya siyasî, hevşaniya pêşdeçûnan û karê rêxistinî lê bê guman partî herdem pêşenga xebatê ye bê westan û mandîbûn.

(Ev gotar li ser Nerîna Nivîskarê wê ye ne pêwîste ku Nerîna Malpera me be)

Leave A Reply

Your email address will not be published.