Nivîskar: Elî Fetah
Di 24ê hizêrana sala 1974an de, rêveberiya partiya Behis a Erebî ya sosyalist, biryara jimara (52) dercxist.
Û darizandiya parkirina erdên ku dagîrkar bibû ji melakeyên Kurd di salên (1965,1966,1967) di bin mehaneya aktîvkirina zagonên Çaksaziya çandî li ser melakan.
Û li ser erêniya biryarê dest bi parkirina erdên hevsînorê Turkiya bû bi kureya di navbera10 ta 15 km û bi dirêjeya 275 km ya ku rûbera wê 2milyon donim bû.
Û dibin mehaneya merazeya çemê Firatê ji hin gundên wê herêmê, bibû destpêka cîbicîkirina piroja nejadperest ya ku plan bibû li ser ji dema ku partiya Behis desthilatdariyê wergirtibû bi Rengê kotekî ya serbazî sala 1963. Û lêgerîna (dîraset, lêkolîn) ya ku serokê ewlehiya siyasî Mihemed Teleb Hilal, sala 1963 li ser rojeva ramyarî û civakî ya parêzgeha Hesekê lêvegerek bingehîn ji rêveberiya Behis re, pêşkêş kiribû bicîhanîna hemû bergeyên lêgerîn.
Bi vî rengî roja 24ê hizêranê bû rojek reş li ser gelê Kurd, ku dest bi karê avakirina 40 hawirdeyê Erebî yê ku wan jî herêma Minbic û Tebqa anîn bi rêjeya navîn 100 malbat, û li her hawirdeyekê hemû rajeyên pêwîst hatibûn dabînkirin (av, êlêktirîk, dibistan, riyên peristgeh û telîfon).
Û di wê demê de ku ,li ti gundên Kurda ne dihat peydakirin ji wan rajeyan.
Bi vî rengî pêkhatina vana li ser zemîn man.
Di heman demê de jî rewşa jiyarî tundî bi ser hezarên cotkarên Kurd hat yên ku erdên wan ji wan hat standin, ji ber vê yekê pêwistiya wan ji bo berdewamiya jiyanê dev ji gundê xwe berdan û çûn bajarên mezin wek Şam, û kar û xebata di nîrên xerab de, ya ku beriya wê tu gel nehatiye tûşikirin mîna vê siyaseta nejadperestî. Ya ku armanc jê guhertina xwezaya rêzkirina demografî û erdnîgariya herêmê. Ji xwe beşek ji wan planan pêkanîn.
Û di destpêka şoreşa Sûriya de, sala 2011an. Bi mizgîniya baş ya şoreşê gel kêfxweşî kir, ku wê maf û rûmeta wan vegerîne ya ku bi dirêjahiya nîvê serdemê hatiye herikandin ji siyaseta nejadperestiyê,û şeketkirina rûmetê û destdayîna li ser mal û milkan.
Maf namirin bi kevnariyê, û gelê Kurd wê bimîne dilsoz di berevaniya mafê xwe de, û daxwazdar ji hemû hêzên niştîmanî û demokratî di welat û civaka navdewletî de.Bi radana kurdan û ew jî bi nasîna makezagonî bi hebûna gelê kurd.Û reşkirina hemû siyasetên serborî û pirojeyên nejadperestî di derheqê wî de mîna kemera zordar, û vegerandina rewşan bi awayê berya derxistina wê û jêpartina zerermendiyan ji ber wê.Vegerandina mal û milkê wan yên ku hatibûn girtin ji aliyê rêjîma nejadperest, û hevkariya tevayî di avakirina Sûriyeke nû.
Ku tê de dad û wekhevî di bin siya sîstemek dîmiqratî hemelayanî yekîtî û aramî li seranserî xaka Sûrî peyda bibe.