“40 “sal li ser koçbarkirina Derhêner û romannivîsê kurd “Yilmaz Guney”re derbas dibin..
Yilmaz rastî çewisandineke mezin û zordarî û îşkenceyê dihat kirin ji ber bûyerên siyasî gelek caran ket girtîgehê, lê ev yek nebû kelem li pêşiya xebata Guneyê ya nivîsandin û hunerî de..
Yilmaz Gunay 47 sal jiya, 11 sal di zindanê de, nîv sal di sirgûnê de ma, sê salan di sirgûnê de mabû û di dawiyê de neçar ma ku penaberî Ewropayê bibe, da ku piçekî azad bibe û xizmeta piraniya gelê xwe yê kurd bike.
Bêguman hemû filmên derhênerê kurd Yilmaz Guney, gelek watedar û giringin û her ew di jiyana xwe ya sînema û hunerê de li ser hev 114 fîlm kişandin,derhêneriya 26 filman kir ,mijar û sînaryoya 64 filman nivîsand ,
û Gunayê berhemên xwe bi nerîneke Rastîbiniya Civakî afirandin,û herwiha di Derhêner di fîlmên xwe de; behsa êş, şadî, bêrikirin û hêviyên gelê xwe û hemû gelan kir û rastîna hemû mirovahiyê, jiyanê kir,û Yelmaz Guneyê hunermendê qedir bilin di derbarî kar û barên filimasaziya xwe de 22 xelat wergirtin ,ev xelat him ji derva û him jî ji saziyên navwelêt bi destxistin.
Yilmaz Guney, berî mirina xwe di axaftineke xwe de li ser rewşa Kurdan û Kurdistanê wiha gotibû: “Em vê qederê red dikin! Em naxwazin bibin zarokên welatekî bindest ê ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkirin; em dixwazin bibin zarokên welatekî azad, serbixwe û yekgirtî. Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe stranên evînê û azadîyê bibêjin. Û em dixwazin li warê xwe, li bin alaya xwe azad û serbixwe bijîn….
Yilmaz di 9’ê Îlona 1984’an de li Fransayê koça dawî kir û li gel bi hezaran hezkiriyên wî, kesayetên payebilind ên siyasî yên Fransayê beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn û li Goristana (Pierre Lachenz) a Parîsê bixakê hate spartin..
Ragihandina ENKSê
Qamişlo