المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Her du bajarên Heleb û Idlibê ji aliyê artêşa Israîlê ve hatin armanckirin.

0 98

Her du bajarên Heleb û Idlibê ji aliyê artêşa Israîlê ve hatin armanckirin.

Balafirên şer yên Israîlî herdu bajarên Heleb û Idlinê kirin armanc.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku roja şemiyê 9 ê mijdara 2024an, artêşa Israîlê êrîşî cihên leşkerî li herdu bajarên Heleb û Idlibê kirin.

Herwiha di encama van êrîşan de ziyanên canî û madî derketin.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku Israîlê xaleke rêjîma Sûriyê li bajarokê Seraqib li gundewarê Idlibê bombebarankir û di encamê leşkerek hat kuştin û 6 leşkerên din birîndarbûn.

Û çavkaniya Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku ji destpêka 2024an, Îsraîlê 143 caran xaka Sûriyê kiriye armanc, 117 asmanî û 26 bejayî bûn, ji wan 257 armanc di nav de emparên çekan û cebilxane û bargeh û navendên leşkerî.

Û di encama van êrîşan de 275 leşker hatine kuştin û 218 jî birîndarbûne.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.