المجلس الوطني الكوردي في سوريا

33 SAL SER KOÇA DAWÎ YA ENDEZYARÊ ŞOREŞA KURDISTANÊ “IDRÎS BARZANΔ DERBAS DIBE ..

0 83

Her gelek di Cîhanê de , xwedî kesayetên taybet ji Serkirdeyê û rêberê û Rêzan wiha jî malbata Barzanî Riyeke mezin lîstin di sedsaliya bûrî de û navên xwe bi tîpên zêrîn Nexişandin di Dîroka Kurdayetiyê de , yek ji wan birêz Idrîs Barzanî ye , ku ev 33 sal debas dibin ser koça wî ya dawî .

Jiyana Idrîs Barzanî bi kurtî:
Di heyva avdara sala 1944an de,li Kurdistana başûr li herêma Barzan jidayikbûye.
Ji malbatek xebatker xwedî pirojeke Neteweyî  û oldarî û di dîrokê de tên nasîn xebata wan ji bo berevanî û azadiya gelê Kurd.
Her wiha Idrîs Barzanî, ji şagirtê dibistana rêbaza Barzaniyê namir ya kurdayetiyê bû , Her wiha hemû temenê jiyana xwe yê kurt xistibû bin doza gelê Kurd re .

Her wiha nemir Idrîs Barzanî di rêkeftina avdara sala 1970an de,yek ji kesayetên xwedî rol bû .

ya ku ev rêkeftin di navbera serdariya şoreşa Kurdî û hikometa Bexdayê de bû.
Her wiha Idrîs Barzanî yek ji çalakvaniyê endazyarê  di navbera hikometa Bexdayê û serdariya şoreşa Kurdî de bû.

Her wiha Idrîs Barzanî,dikarîbû piştî xiyaneta rêkeftina avdarê bi hişmendiya xwe ya siyasî û diplomasî civandina serdaran û hêza Kurdistanî,li hKu ,

Ji ber ku wek navika bingehîn bû ya Tevgera serxwebûna Kurdistanê di liviya.
Her wiha,li gorî zaniyariyan Idrîs Barzanî hevrêzê di navbera serok Mesûd Barzanî û serdariya pêşmergan de dikir.

Her wiha di heman demê de jî,bi bavê xwe yî nemir Mela  Mustefa Barzanî agihdar bû dema ku li Emerîkan bû ji bo çareserkirina Tenduristî .

Her wiha Idrîs Barzanî,dema bi rola giring rabû di pêvajoya Tevgera rizgariya Kurdistanê navnasiya endezyarê  niştîmanî lê hat kirin.

Her wiha nemir Idrîs Barzanî,dikarîbû hemû nerînan nêzîkî hev bike,û şerê biratiyê qutbike û dûr bibe.

Her wiha Idrîs Barzanî, kar û xebata xwe ya siyasî û leşgkerî berdewam dikir ta çû ser dilovaniya XWEDÊ.
Her wiha nemir Idrîs Barzanî di şoreşa Rezber û Gulanê de beşdarbû.Û rolek e wî ya bingehîn hebû di avakirina mala Kurdî de , bi taybet bi YNKê û tevgerên Kurdistanî yên dî ,  di dawiya sala 1986an de , Ya ku navika bingehîn bû ji bo damezirandina Bereya Kurdistanî ya berfire ta hat ragihandin di heyva Hizêrana sala 1988an de.

Lê mixabin di şeva 31.1.1987an de,nemir Idrîs Barzanî çû ser dilovaniya XWEDÊ.

Raport ; Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.