المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KAMÎRAN HACO SERDANA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê KIR.

0 78

Îro di 25.5.2023an de, berpirsê têkeliyên derve yê ENKSê birêz Kamîran Haco serdana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir.

 

Herwiha bi amadebûna serokê nûneratiyê birêz Newaf Reşîd û endamên nûneratiyê, dawî pêşhatên siyasî, rewşa meydanî ya Sûriyê û rewşa Kurdistana Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

 

Ji aliyeke din ve, bi awayekî berfire behsa rewşa Kurdên Sûriyayê li herêmê hate kirin û behsa tevahiya kêşeyên ku rojane li Herêma Kurdistanê rûbirûyê wan dibin hate kirin.

Herwiha rewşa niştecihbûnê û aloziyên bi wan re, û pirsgirêka serastkirina belgeyan û pirsgirêkên sînorî li Sêmalka, û hejmarek ji kêşe û astengiyên din ên ku Kurdên Sûriyê li herêmê dikişînin hatin gengeşe kirin.

Di dawiya hevdîtinê de lihevkirin hate kirin ku ji bo çareser kirina wan pirsgirêkan radestî berpirsên herêmê were kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.