Encûmena xwecihî ya Çilaxa ya bi ser ENKSê ve, di 29.9.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..
Di destpêkê de, xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir, û li ser giyanê pakrewana kurd a Kurdistana Îranê Jîna Amînî rawestiyan.
Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin, û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.
Di derbarê rewşa siyasî de jî, pêşhatên dawî yên siyasî li meydana navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin ..
Û herwiha civîn bi dirêjî li ser biryara (referandûm) dîrokî ya ku ji aliyê serokê neteweya kurd birêz Mesûd Barzanî ve hatiye standin rawestiya.
Û di civînê de derbarê biryara girtina hemû peymangeh û dibistanên taybet ji aliyê rêveberiya PYDê ve hatiye dayîn gengeşe kirin..
Û di dawiya civînê de birêz ” Mihemed Şerîf” serokê encûmena Xwecihiya ÇilAxa spasiya endamên xwecihiyê kir ji bo beşdarbûna wan di bîranîna duyamîn salvegera endamê komîteya navendî ya PDK-Sê “Mihemed Emîn ” kir..
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî