المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Tirbespiyê civîna xwe ya asayî li darxist..

0 53

Encûmena Xwecihiya Tirbespiyê ya bi ser ENKSê ,roja înê 30ê Êlûna 2022an, civîna xwe ya asayî li darxist bi amadebûna piraniya endaman..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir ..

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin, û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.

 

Û di naveroka vê civînê de mijar û babetên rêxistinî û siyasî hate gengeşekirin..

 

Û Di civînê de derbarê rewşa siyasî de pêşhatên dawî yên siyasî li meydana navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkir..

 

Her wiha civatê de ser beşdarbûna xwecihiyê di mangirtinê de ku di 28ê heyvê de hatibû li darxistin ji aliyê rêxistinên civaka sivîl derbarî biryara girtina hemû peymangeh û dibistanên taybet ji aliyê rêveberiya PYDê ve hatiye dayîn behiskirin..

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.