المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist..

0 42

Encûmena Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ,roja înê 30ê Êlûna 2022an, civîna xwe ya asayî li darxist bi amadebûna piraniya endaman..

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir û li ser giyanê pakrewana kurd a Kurdistana Îranê Jîna Amînî rawestiyan..

 

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin, û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.

 

Û di naveroka vê civînê de mijar û babetên rêxistinî û siyasî hate gengeşekirin..

 

Û serokê xwecihiyê Birêz ” Mihemed Sedîq “Di derbarê rewşa siyasî de pêşhatên dawî yên siyasî li meydana navdewletî, navçeyî û navxwe gotûbêjkir..

 

Her wiha civatê de bi dirêjî biryara girtina hemû peymangeh û dibistanên taybet ji aliyê rêveberiya PYDê ve hatiye dayîn gengeşe kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.