ZIRKAN: TOPBARANKIRINA DEVRA ZIRKANÊ JI ALIYÊ TIRKIYA Û ÇETEYÊN BI SER WÊ VE BERDEWAME..
Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên xwecihî ji dema ku rêjîma Sûrî ya Behs hatiye rûxandin, bajarokê Ebû Rasên û Til Temir û gundewarê wan bi awayekî hovane tên topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.
Herwiha di encama van topbarankirinan de, ziyanî mezin gihiştiye nişteciyên wê deverê. Ji ber vê yekê rewşa xelkên devera zirgan bi giştî ketiye metirsiyê û liv û tevgera xelkê pir lawaz dibe.
Di derbarê vê yekê de,çavkaniyekî xwecihî ji devera Zirganê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û got:
“Di sibeha roja Înê 14.2.2025an de,gundê Zêdiyê yê bi ser Ebû Rasên ve,bi çekên giran hate topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve.
Her wiha cavkaniyê tekez kir ku jineke bi navê Rehîma Oso hat kuştin û du zariyên wê(Hesen û Nesir) jî birîndar bûn .
Herwiha çavkaniyê taybet got:
“Lê piştî topbarankirinên vê dawiyê,û hîn topbarankirin berdewamin ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve,rewşa xelkên deverê ketiyê metirsî û zahmetiyê,Ji ber vê yekê liv û tevgera xelkê rawestiya ye.Û xelkên bajarê Ebû Rasên kocber dibin û bajar vala dibe”.
Herwiha di heman demê de jî, nişteçiyên Zirganê gazinan dikin ji civaka navdewletî û bi taybet welatên xwedî hêz wek( Emrîkan ) dibêjin,Heta kengî wê herêmên me werin topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve..
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.