Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê (Şaxê Hesekê) konferansê xwe li dar dixe
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê (Şaxê Hesekê) roja Înê 08.09.2023ê konferansê xwe li dar xist.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê (Şaxê Hesekê) roja Înê 08.09.2023ê konferansê xwe li dar xist.
Piştî ragirtina kêlîkek rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û ji bo giyanê nivîskar û ristevan Mehmûdê Sebrî, bernameya kar hate pêşkêşkirin û endaman bi berpirsatiyeke bilind li ser pêşkeftina yekîtiyê gotûbêj kirin.
Di dawiya konferansê de ji bo birêvebirina xebatên şax desteya rêveber ya nû hate hilbijartin û ev biryar hatin standin:
1- Hilbijartin nivîskar Miş’elê Osman wek serokê şaxê.
2- Hilbijartina nivîskar Tewfîq Sînan wek cîgirê serok.
3-Hilbijartina nivîskar Seîd Yûsif wek berpirsê ragihandinê.
4- Hilbijartina nivîskar Ebdulxenî Husên wek berpirsê çalakiyan.
Ragihandina Encûmena Niştimanȋ Kurdȋ li Sûrya