المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BI SEDAN MIRÎ Û BIRÎNDAR DI ERDHEJA MEXRIBÊ DE HENE

0 175

Di erdheja Fasê de bi sedan mirî û birîndar hene.

Televîzyona dewletê ya Fasê, li ser zarê Wezareta Karên Hundir, ragihand ku hejmara qurbaniyên erdheja ku duh êvarî, Înê li welat rû da, gihîştiye 822 kesan û 672 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Karên Hundir di daxuyaniyekê de ragihand ku qurbanî li parêzgeh û parêzgehên (herêmên) Elhoz, Merakiş,werzazat, Azilal, Şîşawit û Tarwedant qewimîn.

Herwiha Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanistî û Teknîkî ya ku navenda wê li Ribatê ye, diyar kir ku hêza erdhejê gihîştiye 7 pileya rixterê.

 

Serokê Enstîtuya Jeofîzîkê ya Neteweyî ya Fasê ev erdheja – ku li başûrê rojavayê Merakeşê qewimî – wekî erdheja herî tund a sedsalê binav kir.

 

Li aliyê din Ajansa Nûçeyan a Fasê ragihand ku rayedarên tenduristiyê bang li welatiyan dikin ku ji bo rizgarkirina birîndarên erdhejê xwînê bidin.

 

Nûçegihanê Al Jazêrê Ebdulminhim Elumrani ragihand – ji daxuyaniyek kurt a Enstîtuya Neteweyî ya Jeofîzîkê – ku erdhej derdora 23:00 roja Înê (22 pm GMT) qewimî û navenda wê li parêzgeha Elhoz li başûrê rojavayê Merakeşê bû. kûrahiya 8 kîlometre.

 

Nûçegihanê amaje bi wê yekê jî kir ku, ev erdhej ji yên din cuda ye, ji ber ku erdhejên ku di van salên dawî de rû dane, pileya wan ji 3 yan 4 pile zêdetir nebûye û navenda wan bi giştî di kûrahiya deryayê de ye û tenê niştecihên deverên peravê hest bi wan dikin.

 

1. Herwiha Vîdyoyên ku li ser platforma tora civakî “X” hatine weşandin, nîşan didin ku mirov li kolanan dimeşin, û avahî dihejin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.