المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTÎ KURDISTANÎ 18EMÎN SALVEGERA PAKREWANKIRINA SÊX MEŞÛQÊ XEZNEWÎ VEJAND.

0 104

Rêxistina Qamişlo ya PYK-S di roja pênçşemê 1.6.2023’an de,salvegera 18emîn salvegera şehadeta Şêx Mehşûqê Xeznewî vejand û ev yek bi serdana gora wî li goristana Qidûrbek ya li bajarê Qamişlo …

 

Herwiha bi beşdariya hejmarek ji cemawer û nûnerên partiyên siyasî û Encûmena Niştimanî kurdî li Sûriya herwiha û kesayetiyên niştimanperwer û rêxistinên ciwanan û jinan û kesayetên olî.

 

Û di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê Şêxê pakrewanan Dr.Meşûqê Xeznewî bi sirûda Ey ReqÎb ..

 

Herwiha piştre gurzên gulan li ser gora pakrewan hat danîn û wêneyê Elfatîha hat xwendin.

 

Wek tê zanîn ku Şêx Mehşûqê Xeznewî piştî zêdeyî 20 rojan ji revandinê, di bin êşkenceyê de li ser destê dezgehên Ewlehiyê yên rejîma Surî di 1/6/2005an de hat şehîdkirin.

 

Û hêjaya were gotin ku Şêx Mihemed Meşûq El Xeznewî bi bîr û baweriyên xwe di nava civakê de cihê xwe girtibû, û herwiha dema ku behsa riya azadîxwazî, mêrxasiyê û oldaran tê kirin, li bîra mirov tê şêxê kurdan Şêx Meşûq El Xeznewî .

 

Û herwiha Şêx Meşûq Xeznewî ku bi zimanê xwe û bi mêraniya xwe di axiftinê de hatibû naskirin, Xeznewî berdewam ji nêzîk ve beşdarî êş û azarên gelê xwe dibe, û bi taybetî piştî sala “2004” an, Şêx Maşûq xwe beşdarî di her helkeft û xwepêşandanan û kombûnekê dikir, û tê de daxwaza berxwedan li gelê kurd dikir ji bo azadiyê û siyaseta rêjîma Sûriyê şermezar dikir..

 

Xeznewî di roja çil bûna şehîd “Ferhad Sebrî “, de axiftineke dîrokî got û têde doza mafê kurdan kir û ev yek bo sedema ku” 10″ Gulana “2005 ” an de, li bajarê Şamê Şêx Meşûq ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve bê revandin, û piştî derbasbûna” 20″ rojan ji girtina wî hat eşkerekirin ku Şêx Xeznewî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye, û tevlî rêza pakrewanan bûye..

 

Û herwiha gelê kurd li Kurdistana Sûriyê li Şêx Meşûq xwedî derketin û bi hezaran kes ji milet daketin kolanan û şêxê kurdan bi rê kirin û bi merasîmeke geş li goristana “Qidûbek” ya bajarê Qamişlo bi axê wî spartin…

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Hêvî Delî

YEKÎTÎ KURDISTANÎ 18EMÎN SALVEGERA PAKREWANKIRINA SÊX
MAŞÛQÊ XEZNEWÎ VEJAND.

Rêxistina Qamişlo ya PYK-S di roja Pêncşemê1.6.2023’an de,salvegera 18emîn salvegera şehadeta Şêx Maşûqê Xeznewî vejand.

Herwiha bi beşdariya nûnerên serkirdên partiyên Encûmena Niştimanî û kesayetiyên niştimanperwer û rêxistinên ciwanan û jinan û kesayetên olî.

Di destpêkê de,bi navê PYK-S bixêrhatina hemû aliyên beşdar hat kirin.

Û piştre xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet Şêxê pakrewanan Dr.Maşûqê Xeznewî bi sirûda Ye ReqÎb rawestiyan.

Herwiha gotina hevalên pakrewan Şêx Maşûq Xeznewî ji aliyê Şêx Ebdusemed Umer ve hat pêşkêş kirin.

Şêx Ebdulsemed Umer got, ku tê de behsa rola Şêx Maşûqê Xeznewî di belavkirina ola Îslamî bi awayê xwe dirust a sade, û rola wî di bi hişkirina civakê ku dûrketina ji tundûtûjî û tundrewiyê kir.

Herwiha helbestvan Hecî Nihman.bi navê saziya barzanî ya Amûdê ya çand û Huner helbestek li ser şêxê pakrewana Şêx Maşûqê Xeznewî pêşkêş kir. .

Herwiha gotina malbata pakrewan Şêx Maşûq Xeznewî ji aliyê Şêx Mihemed Mirşid Şêx Maşûqê Xeznewî ve hat pêşkêş kirin.
Herwiha di gotina xwe de,spasiya hemû beşdaran kir û bi taybet spasiya Partiya Yekîtî Kurdistanî kir li ser wefedariya wan ji bo vejandina wan ya her sal li ser bîranîna salvegera Şêxê pakrewana Şêx Maşûqê Xeznewî kir.Û di derbarê kurdayetiyê de bi awayekî zelalmendî nirxand.

Herwiha helbestek ji aliyê kulîlikekê jî hat pêşkêş kirin li ser Şêxê pakrewanan.

Herwiha gotina Partîya Yekîtî Kurdistanî ji aliyê sekretêrê PYK-S Silêman Oso ve, hat xwendin, ku tê de spasiya hemû kesên ku beşdarî vê bîranîna bi êş, herwiha rola Şêx di parastina doza Kurdî de, û danîna wê li pêş dezgehên bilind yên welatên Ewropî û navdewletî diyar kir.

Herwiha Oso di gotina xwe de, hin mijarên siyasû û bûyerên herî dawîn anî ziman.

Herwiha helbestvan Bavê Laleş,helbestek bi xem û êş li ser Şêxê Pakrewana Şêx Maşûqê Xeznewî pêşkêş kir.

Herwiha piştre gurzên gulan li ser gora pakrewan hat danîn û wêneyê Elfatîha hat xwendin.

Wek tê zanîn. ku Şêx Maşûqê Xeznewî piştî zêdeyî 20 rojan ji revandinê, di bin êşkenceyê de li ser destê dezgehên Ewlehiyê yên rejîma Surî di 1/6/2005an de hat şehîdkirin..

Ragihandina ENKSê
Raport:Hêvî Delî û Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.