المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA TIRBESPIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST..

0 169

Encûmena Xwecihiya Tirbespiyê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxist û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..

 

Di destpêkê de, xulekek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê Kurdistanê hatin gengeşekirin…

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve hate xwendin û gotûbêjkirin…

Û herwiha di civînê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî gotûbêjkirin..

Û herwiha di civînê de amadebûyan behsa biryara rêvebeirya PYDê ya bilindkirina nirxê mazotê ,ku dibe sedema bilindkirina nirxê hemû kelûpelan, ya ku zirarekê cidî li jiyana mirovan dike..

Û beşdaran di civînê tekezî li ser çawaniya pêşxistina karê Encûmenê di rojên pê de behiskirin..

Ragihandina ENK-S ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.