Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve, li ofîsa PDKSê ya taxa Rojava,li bajarê Qamişlo, di roja Şemiyê 27.8.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.
Herwiha mekanîzmaya hilbijartinên encûmenên xwecihî ji bo hilbijartina endamên serbixwe ji bo beşdarbûna di konfransa Encûmena Niştimanî yê ku di demeke nêzîk de,bê lidarxistin gotûbêjkirin.
Û piştre behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî gotûbêj kirin.
Ji aliyekî din ve, amadebûyan li ser nêzîkbûna Sûriyê-Tirkiyê û bandorên wê li ser hêzên opozisyonê yên li Tirkiyê û herwiha rewşa kurdî bi taybetî gotûbêj kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah