المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA TIRBESPIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 61

Encûmena Xwecihî ya Tirbespiyê ya bi ser ENKSê ve, di roja Îniyê 26.8.2022an de, li Tirbespiyê civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.

Û li ser mekanîzmaya lidarxistina konferansê ji bl Encûmena Niştimanî ya Kurd hate gotûbêjkirin û endaman pêşniyarên xwe li ser vê yekê pêşkêş kirin.

Ji aliyekî din ve, amadebûyan behsa pêşhatên siyasî li Sûriyê û gefên Tirkiyê yên li ser navçeyên kurdî yên dem bi dem û bandora wan li ser rewşa jiyanê kirin, herwiha di civînê de behsa hevdîtina Tirkiyê û rêjîma Sûriyê û encamên wê hat kirin. ji bo opozîsyona Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî.

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.