المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo Civîna Xwe Ya Asayî Li Darxist.

0 121

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo Civîna Xwe Ya Asayî Li Darxist.

 

 

Encûmena Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li darxist û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..

 

 

Di destpêkê de, xulekek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

 

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojeva Kurdistanê hatin gengeşekirin…

 

 

Di civînê de bi giştî behsa pêşhateyên herî dawî yên siyasî ser qada Sûriyê û bi taybetî li ser qada Kurdî.

 

 

Di civînê de behsa serdana serokê Turkiyê ji bo Bexdayê û Herêma Kurdistanê û herwiha derbarî şewtandina Ofîsên Partiyên bi ser Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriyê ve kirin.

 

Û di civînê de behsa binpêkirinên li derheqê gelên Efrînê tên kirin ji aliyê çekdarên bi ser Opozisiyona Sûriyê ve .

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.