Home / Uncategorized / XWECIHIYA ROJHILATÎ QAMIŞLO CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN..

XWECIHIYA ROJHILATÎ QAMIŞLO CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN..

Encûmena xwecihî ya Rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxistin û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê Kurdistanê hatin gengeşekirin…

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve ji aliyê serokê Xwecihiyê M,Mihemed Sedîq ve hate xwendin û gotûbêjkirin…

 

Û herwiha di civînê de beşdaran rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî gotûbêjkirin..

 

Û beşdaran di civînê tekezî li ser çawaniya pêşxistina karê Encûmenê di rojên pê de behiskirin..

 

Di derbarê vê civînê de mijara rewşa aborî û zehmetiyên ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê de anîn ziman…

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.