المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojavayî Qamişlo civînek li darxist..

0 157

Encûmena Xwecihiya Rojavayî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve, di roja yekşemê 2.11.2023an de,bi beşdarbûna serokê ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî M.Neşet Zaza û endamên ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî civînek lidarxistin.

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.

 

Di rewşa siyasî de: Mamoste Neşet Zaza, serokê Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî, çend mijarên siyasî nirxand, û helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurdî li ser wan, li ser asta niştimanî ya kurdî, sûrî û herêmî nîşan da,û herwiha pêşhateyên herî dawî yên siyasî li ser qada kurdistanî behiskir..

 

Û ji aliyekî din ve M,Zaza derbarî rewşa rêxistinî de jî baş rawestiya û çawaniya pêşxistina karê xwecihiyê de anî ziman..

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.