المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojavayî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist..

0 186

Encûmena Xwecihiya Rojavayî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li darxistin û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê Kurdistanê hatin gengeşekirin…

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve hate xwendin û gotûbêjkirin…

Û herwiha di civînê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî gotûbêjkirin..

Û beşdaran di civînê tekezî li ser çawaniya pêşxistina karê Encûmenê di rojên pê de behiskirin..

 

Ragihandina ENKSê

 

Raport: Hêvî Delí

Leave A Reply

Your email address will not be published.