المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA KOBANÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST Û SEROKATIYEK NÛ HILBIJARTIN.

0 78

Encûmena xwecihî ya bajarê Kobanê ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Kobanê di roja pêncşemê 6.7.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên gelê Kurd, Kurdistanî û di pêşî de yê Barzaniyê Nemir.

Rewşa Rêxistinî: Encûmena xwecihî bi hilbijartinên adil, zelal û demokratîk ji nû ve hat avakirin.

Herwiha Yaşar Elî wek serokê encûmena xwecihî li bajarê Kobanê hat hilbijartin

Û ofîsên mayî li ser bingeha rêziknameya nû ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî hat avakirin.

Rewşa Siyasî civat li ser geşedanên dawî yên siyasî yên li qada navxweyî û herêmî nîqaş hatin kirin

Di dawiyê de tekezî li ser berdewamiya têkoşîna netewî ji bo bidestxistina armancên tê xwestin hate kirin.

Di dawiya civînê de,hemû endaman pîrozbahiya PDKSê kirin û serkeftin ji wan re xweştin li ser darxistina konferansê wan yê 12emîn.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.