Encûmena xwecihî ya bajarê Girgê Legê ya bi ser ENKSê ve,di roja sêşemê 28.2.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin gengeşekirin…
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate gotûbêjkirin…
Û herwiha amadebûyan di civînê de derbarî li darxistina helkeftinên meha adarê bi awayekî berfereh behiskirin..
Di rewşa siyasî de, pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin..
Û ji rexekî din ve di civînê de derbarî rewşa aborî û rewşa ku milet têde derbas dibin anîn ziman..
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî