المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN ..

0 74

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Yekşemê 1.1.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin

 

Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

 

Herwiha naveroka raporê ji aliyê amadebûyan ve, hate gotûbêjkirin û Serokê Encumenê jî spasiya hemû endaman kir ku li ser erkên Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi taybet di roja Ala Kurdistanî de, û bi hemû cesaret û cesareta bilindkirina wê li navenda bajêr, spasiya wan kir. Bi helkefta sersala nû pîrozbahî li amadebûyan kir.

Rewşa siyasî: Serokê Encûmenê mamoste Umer Emo, behsa dawîn pêşhatên siyasî li meydana navçeyî û navdewletî û meydana Sûriyê piştî têkçûna lîreya sûrî li hember dolarê Amerîkî û rewşa dijwar a jiyanê ku xelkê tê de dijîn, tevî hejarî û birçîbûn kir.

 

Herwiha birêz Îdrîs Şêx Xelef jî behsa serdana Pafill Talebanî bo Rojava ya li gel fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî û hevdîtina wan ya li gel General Mazlûm Ebdî jî kir û Şêx Xelef her wiha balkişand li ser lidarxistina nehemîn konferansa Partiya Yekîtî ya Kurdistanî li Sûriyê.

 

Û beşdaran Partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriyê serkeftina konferansa wê pîroz kirin û hêviya serkeftin û serkeftineke mayînde ji wan re xwestin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.