المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DÊRIKÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN..

0 79

Encûmena xwecihî ya Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxistin û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

 

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê Kurdistanê hatin gengeşekirin.

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve ji aliyê serokê Xwecihiyê ve hate xwendin û gotûbêjkirin…

 

Û herwiha di civînê de beşdaran rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî ,û rewşa aborî ya zehmet ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin..

 

Û beşdaran di civînê tekezî li ser çawaniya pêşxistina karê Encûmenê di rojên pê de behiskirin..

 

 

Ragihandina ENK-Sê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.