Encûmena Xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li ofîsa partiya Yekîtiya kurdistanî li darxistin û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê Kurdistanê hatin gengeşekirin…
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve hate xwendin û gotûbêjkirin…
Û herwiha di civînê de beşdaran rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî gotûbêjkirin..
Û herwiha di civînê de rêveberiyek nû ji bo Encûmena Xwecihiya Dêrikê ya bi ser Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ve hate hilbijartin..
Û beşdaran di civînê tekezî li ser çawaniya pêşxistina karê Encûmenê di rojên pê de behiskirin..
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî