المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DÊRIKÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN

0 135

Encûmena xwecihî ya bajarê Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxistin û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin gengeşekirin…

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihan yên bi ser ENKSê ve, hate xwendin û gengeşekirin..

 

Û herwiha di civînê de Birêz, Silêman Oso, bi riya WhatsAppê beşdarî civînê bû û tê de behsa rewşa giştî kir..

 

Bi taybetî rewşa gelê kurd li Efrînê û helwestên Encûmena Niştimaniya kurd derbarê tawanên ku di şeva Newrozê de pêk hatin behiskir..

 

Û herwiha di civînê beşdaran pirsên xwe diyarkirin û ji aliyê M,Silêman Oso ve pirsiva wan hate kirin..

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.